Biden: Divê welatiyên Amerîkayê demildest ji Ukraynayê derkevin

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji welatiyên xwe daxwaz dike ku demildest Ukraynayê bi cih bihêlin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji welatiyên xwe daxwaz dike ku demildest Ukraynayê bi cih bihêlin, herwiha eşkere dike ku hêzên serbazî naşîne Ukraynayê.

Joe Biden ji kanala NBC re ragihand; hêzên serbazî naşînin Ukraynayê, ji ber ku rûbirûna wan li hember Rûsyayê, dê bibe şerekî cîhanî.

Biden diyar kiriye ku divê welatiyên Amerîkayê demildest ji Ukraynayê derkevin.

Serokê Amerîkayê destnîşan kiriye; eger artêşê bişînin Ukraynayê, dê bibe sedema şerekî mezin ê cîhanî, ji ber ku Rûsya û Amerîka dê arasteyî hev bikin, cîhana niha jî ji berê cudatir e.

Li aliyê din Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandiye; eger şer biqewime, Ewropa dê bi temamî bişewite.

Rûsya 128 hezar serbaz li ser sînorê Ukraynayê belav kirine, li hember wê, Amerîka 3 hezar serbaz şandine rojhilatê Ewropayê.

Welatên Ewropayê çek û piştevaniya lojîstîk dişînin Kievê weke piştevaniya endameke Yekîtiya Ewropayê û endama NATOyê.