"Çend kompaniyan bi navê mafê penaberiyê xelk xapandine"

Hewlêr (K24) – Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand; çend kompaniyan bi navê mafê penaberiyê xelk xapandine.
Birîkarê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî ragihand; piştî ku gelek kes bi navê koçkirina bo Belarûsê hatine xapandin, niha bawerî bi wan kompaniyan nayê.
Kerîm Nûrî diyar kir; niha Iraqê geştên xwe yên bo Belarûsê rawestandine û daxwaz dikin ku welatî nebin qurbaniyên destê çend kompaniyên sexte, ku bi navê koç û mafê penaberiyê xelkê dixapînin.
Nûrî eşkere kir: “Me daxwaz kiriye, xelkê Iraqê neyên şandin, tenê ji Belarûsê geştên vegerê hene. Çimkî hejmarek iraqî li ser sînorên Belarûs û Polanda û Lîtwanyayê ji derbasbûnê bêhêvî bûne.”