Chalak Events li Stenbolê çalakiya Sêva Mêxekrêj li dar dixe

Roja 13ê Sibatê roja yekşemê bi minasebeta "Roja Dildaran" li Stenbolê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar dixe.
Sêva Mêxekrêj
Sêva Mêxekrêj

Stenbol (K24) - Chalak Events ku di sala 2017an de ji aliyê xwendekaran ve hatiye sazkirin, roja 13ê Sibatê roja yekşemê bi minasebeta "Roja Dildaran" li Stenbolê kargeha Sêva Mêxekrêj li dar dixe.

Di 13ê Sibata roja sembolîk de dê kesên beşdarî kargehê bibin sêva mêxekrêj ku bi sedsalan e di çanda Kurdan de heye çêkin. Kargeh dê saet di 12.00an de dest pê bike û heta saet 20.00ê dewam bike.

Herwiha di kargehê de muzîkjen dê muzîkekî enstrûmental ji bo beşdaran pêşkêş bikin.

Bujen Arpacik dê di navbera 17:00-18:00an de li kemanê bide, Sarah Atkinson dê di navbera 18:00-19:00an de li çelloyê û Kajîn Dara jî dê di navbera 19:00-20:00an de li sentûrê bide. Dawîya şevê saet 21:00ê Sîdar Ferîd dê konserekê bide.

Herwiha Chalak Events diyar kir ku ji bo beşdaran sêv, mêxek (qerenfîl) û zendik ji kîsê wan e.

Chalak Events da zanîn ku armanca wan ew e ku ew kevneşopiya Kurdî berdewam bibe.

Sêva Mêxekrêj, sêveke xweziyê ye. Piştî ku bi mêxan (qerenfîlan) tê xemilandin ji sed salan zêdetir wekî xwe dimîne, bêhn û rayiha xwe distêre. Sêva Mêxekrêj kevneşopiyeke kevn a Kurdan e, ku tê wateya evîn û aştiyê.

Chalak Events
Chalak Events