Tirkiyê navenda “Hêza Cewherî” li bajarê Amûdê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de birîndar hene.

Li gor zanyariyên K24ê, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hewşa Navenda Hêza Parastina Cewherî ya Amûdê armanc kir û di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, roja 9ê vê mehê jî firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê otomobîlek li gundê Buhêre yê di navbera Dirbêsiyê Amûdê de bombebaran kiribû û di encamê de zarokek hatibû kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.