Koşka Sipî: Rûsya dikare di her kêliyê de êrîşî Ukraynayê bike

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê tekez kir, Washington û NATO amade ne bi bersiva her gavek leşkerî bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê ragihand, Amerîka nikare pêşbîniyê bike ka Rûsya dê kengî dest bi “dagirkirina Ukraynayê” bike, lê ew dikare di her kêliyê de bike.

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji “CNN” re got: “Em nikarin rojeke diyarkirî pêşbîn bikin, lê Rûsya dikare di her rojekê de dest bi dagîrkirina Ukraynayê bike û dibe di vê hefteyê de be.”

Sullivan pêşbînî kir, “Dibe ku Rûsyayê piştî Olîmpiyadên ku di 20ê Sibatê de bi dawî dibin dest bi dagîrkirina Ukraynayê bike” amaje bi wê jî da, rêveberiya Serok Joe Biden jî hîn jî dibîne ku Rûsya dê “rêyek dîplomatîk” hilbijêre.

Got jî: “Rêbaza ku Rûsya hêzên xwe li ser sînorên Ukraynayê kom kirine, bi zelalî nîşan dide ku eger e Mosko di demek pir nêzîk de gavên leşkerî yên mezin li dijî Ukraynayê bavêje.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê tekez kir jî, Washington û NATO amade ne bi hevpeymanên xwe re bersiva her gavek leşkerî bidin.

Sullivan got jî, Amerîka û hevalbendên wê dê axa NATOyê biparêzin û lêçûnan li ser Rûsyayê bisepînin, eger ew destêwerdanê di Ukraynayê de bike.

Ev daxuyaniya Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê, piştî rojekê ji pêwendiya telefonî ya serokên Rûsya û Amerîka, Vladimir Putin û Joe Bidende hat ku derbarê rewşa Ukraynayê de guftûgo kirin.

Amerîka û hevalbendên wê yên rojavayî dibêjin, Rûsya plana dike Ukraynayê dagîr bike, Mosko jî vê yekê red dike.