Li Diyarbekirê roja evîndaran bi çêkirina Sêva Mêxekrêj hat pîrozkirin

14ê Sibatê Roja Evîndaran li Diyarbekirê bi organîzatoriya Chalak Events hat pêşwazîkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – 14ê Sibatê Roja Evîndaran li Diyarbekirê bi organîzatoriya Chalak Events hat pêşwazîkirin. Çalakiya Roja Evîndaran li cafeyek nava Sûrê bi amadekirina Sêva Mêxekrêj hat lidarxistin û beşdarên çalakiyê jî ji bo evîndar û hezkiriyên xwe Sêva Mêxekrêj amade kirin.

Rojên taybet ên gerdûnî li seranserê cîhanê bi çalakiyê cûr be cûr tên pêşwazîkirin ku yek ji wan rojan jî Roja Valentîn an jî Roja Evîndaran e. Her çiqas rojek taybet a gerdûnî be jî her neteweyek rojên wisa bi reng û çanda xwe pîroz dikin.

Di nava Kurdan de jî Roja Evîndaran bi kevneşopiyeke rengîn a Kurdî hat pêşwazîkirin ku li Diyarbekirê di navçeya Sûrê de di cafeyekê de ji aliyê Chalak Events ve çalakiya Sêva Mêxekrêj hat li darxistin.

Rêvebera Chalak Eventsê Vahdet Uçar anî zimên ku wan xwest bi reng û helwesta Kurdî pêşwaziya Roja Valentin bikin.

Vahdet Uçar ji K24ê re diyar kir: “Bi munasebeta 14ê Sibatê Roja Evîndaran me xwest çalakiyek wisa li dar bixin ku kevneşopiyek a Kurdan e. Me xwest ku ev kevneşopî neye ji bîrkirin û em bi bîr bixin. Kesên ji hev hes bikin an jî ji hev xeyîdîbin sêva mêxekrêj didin hev.”

Keç û xortên Kurd bo çalakiya Sêva Mêxekrêj eleqeyeke baş nîşandan. Ciwan li dora maseyan civiyan û bi baldariyek mezin û bi sebir libo libo mêxek li dora sêvan xemilandin. Ciwanên ku tevlî çalakiyê bun an ji bo evîndarên xwe sêva mêxekrêj amade kirin an jî ji bo hevalên xwe yên ji hev xeyîdîne sêva mêxekrêj amade kirin.

Beşdarekî çalakiyê destnîşan kir: “Agahiyên min zêde derbarê vê mijarê de nînin. Hevalan behsê kir. Ez ê bidim destgirtiya xwe.”

Beşdareke din jî diyar kir: “Min bihîst ku ev kevneşopiyek a Kurdan e. Ezê bidim hevalek xwe ku em ji hev xeyîdîbûn.”

Sêva Mêxekrêj di çanda Kurdan de remza evîn û aştiyê ye û di dîroka Kurdan de bi hezaran salan e heye û ber bi windabûnê ve diçû ku bi hewlên Peykersaz Seywan Sedîyan û bi xwedîlêderketina Wezareta Çandê ya Herêma Kurdistanê di salên dawîn de dîsa di nava Kurdan de her ku diçe belav dibe û Sêva Mêxekrêj piştî bi mêxek ango qurnefîlan tê xemilandin heta sed salan xwe diparêze û narize ku bêhneke xweş jî li derdorê direşîne.