Mîrê Qeterê Mesrûr Barzanî vedixwîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Qeterê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, tevî şandeke hikûmî, îro 15ê Sibatê serdana Qeterê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de ji bilî civîna ligel Mîrê Qeterê, dê ligel rayedarên din ên payebilind ên Qeterê jî bicive. Armanca vê serdanê, gotûbêjkirina pêşvebirina pêwendiyên dualî yên li ser danûstandinên bazirganî, veberhênan, enerjî û çandiniyê ye.

Ev serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Qeterê, piştî serdana wî bo Behreyn û Îmaratê tê ku di dawiya meha Mijdara borî bi armanca beşdariya di Diyaloga Mename serdana Behreynê kir û li perawîza Diyaloga Mename çendîn civîn ligel berpirsên pilebilind ên Behreyn û welatên kir.

Piştî Behreynê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 25ê meha borî de serdana Îmaratê kir û ligel Cihnişînê Îmaratê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Leşkerî yên Îmaratê Hakimê Ebû Dhabî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihiyan û berpirsên din ên welatî civiya.

Îmarat, Behreyn û Qeter, sê welatên bihêz û bi bandor ên welatên Erebî, navçê û cîhanê ne. Pêwendî û dostaniya wan ên baş bi Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re hene. Di serdama kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ev pêwendî bi awayekî kirdarî derbasî qonaxeke nû bûn û ew her sê welat jî bi fermî vexwandname ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şandin.

Armanca sereke ya Serokowezîr Mesrûr Barzanî û kabîneya nehem ji bilî pêşvebirina pêwendiyên siyasî, bihêzkirina pêwendiyên aborî, tevgera bazirganî, handana kompanyayên Îmarat, Behreyn û Qeterê ye ji bo veberhênan zêdetir di sektorên cuda de li Herêma Kurdistanê bikin.