Putin: Rûsya şer naxwaze

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz serdana Moskowê kir û ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz serdana Moskowê kir û ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiya û piştî civînê diyar kir: “Ez dixwazim bawerî bi wê yekê bikim ku hemahengiya me ligel Serokê Ukrayna û Rûsyayê heye.”

Olaf Scholz di civîna çapemeniyê ya hevbeş de ragihand: “Em aramkirina rewşê didomînin, ez ji Serokê Ukraynayê daxwaz dikim, rê bide rayedarên Ukranî ku hewla aramkirina rewşê bidin, em naxwazin rola Rûsyayê kêm bibînin, Rûsya welatekî bi hêz e li navçeyê.”

Scholz destnîşan kir: “Divê em rê li ber şer bigrin û nabe cardin Ewropayê tûşî şer bikin.”

Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî diyar kir; nifşek li Rûsyayê heye ku baweriya wan bi Ewropayê nîne, niha li Rûsyayê rewşek çêbûye, ku endamên NATOyê çêkirine, rewşa niha hatiye dirustkirin, wisa kiriye ku keş û hewayeke xirab li ser sînoran derkeve holê, me her dem bêyî merc xwe spartiye gotûbêjan.

Vladimir Putin destnîşan kir ku Rûsya şer naxwaze û got: “Me daxwaz kiriye ku rewşeke hevseng a ewlehiyê li navçeyê çêbibe, me ji bo çareseriyê çendîn pêşniyar pêşkêş kirine, ti bersiv negihiştiye me, niha jî em gotûbêjê red nakin.”