Serok Barzanî: Biryara Dadgeha Federal bi tevahî siyasî ye

"Ev biryar, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e."

Hewlêr (K24) – Li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragihand; ev biryar, biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajî destûra Iraqa Federal e.

Dadgeha Federal a Iraqê derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistana de ragihand ku ew yasa dijî destûra bingehîn a rêvebiriya navendî ya Iraqê ye û divê dahatên petrolê yên bi hinardekirinê hatine bidestxistin, radestî Bexdayê bên kirin.

Serok Mesûd Barzanî li ser vê biryarê peyamek belav kir û ragihand: “Em hêvî dikin her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gazê bigihin rêkeftinê.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ya derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê de biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajiya destûra Iraqa Federal e û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ye û li dijî sîstema federal a Iraqê ye.

Em hêvî dikin her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gaz bigihin rêkeftinê. Li gel ewe da jî ji bo hemû aliyek eşkere dikin ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.

Mesûd Barzanî

15.02.2022