Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî îro roja çarşemê 16ê Sibata 2022yan li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro roja çarşemê 16ê Sibata 2022yan li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Palladino amade bû rewşa Iraqê û pêşhatên dawî û hevkêşeyên li nav proseya siyasiya Iraqê û hengavên destûriyên piştî yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgokirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser pêwîstiya hemahengî û peywendiya di navbera hêzên siyasî û pêkhatên Iraqê kirin.

Di beşeke din a vê civînê de Balyozê Amerîka li Iraqê wê yekê xisterû ku welatê wan bi hûrî girîngiyê bi guhertin û rûdanên siyasî yên Iraqê dide û hana hemû aliyek û Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal dide bi hevdû têgihiştin û hemahengiyê giriftan çareser bikin.

Balyozê Amerîka yê li Iraqê ragihand ku Amerîka pêgiriyê bi asayîş û aramî û pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê dike.