Li Bakurê Kurdistanê aliyekî Kurdî tê avakirin

Ji aliyê PAK, PSK û TEVGERê ve bereyeke Kurdî ya nû li Bakurê Kurdistanê tê avakirin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ên Kurdistanî ve, aliyekî Kurdî tê avakirin ku ji PAK, PSK û Tevgerê pêk tê. Aliyê Kurdî yekem serdana xwe bo Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir li dar xist. Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir jî bal kêşand ku piştî di tifaqên Tirkiyeyê de Kur dli derve man êdî pêwîstî bi aliyek Kurdî heye.

Ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratên Kurdistan (TEVGER) ve bereyeke nû ya Kurdî li Bakurê Kurdistanê tê avakirin ku tê amajekirin ku pêwîstî bi aliyek Kurdî heye. Aliyê Kurdî yekem serdana xwe bo Jûra Pîşesazî Bazirganî ya Diyarbekirê kir. Di serdanê de bal hate kêşand ku yekhelwestbûna Kurdan di konjonktura îro de êdî pêdiviyek lezgîn e. Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistan Cano Amedî anî zimên ku divê êdî rêxistinek Kurdan a wisa hebe ku di hemu mijarên derbarê Kurdan de bi awayeke lezgînî bertek û bersivan bide.

Berdevkê Tevgera Demokratên Kurdistan Cano Amedî ji K24ê re got: “Me biryar da ku aliyek Kurdî ava bikin. Heta niha dewletê pêvajo dane destpêkirin û me daye pey. Niha êdî divê em pêvajoyek nu bidin destpêkirin. Emê li gel saziyên sivîl, rewşenbîr û partiyên sivîl hevdîtinan bikin. Em ji her kesek ku bersivek wan a zelal heye re vekirîne.”

Di serdana bo Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekir de bo rolê karsaz û qada pîşesaziyê di çareseriya pirsên siyasî de bal hate kêşan ku Serokê Jûra Pîşesazî Bazirganiya Diyarbekir Mehmet Kaya amaje kir ku bi awayekî berçav piştî tifaqên Cumhur û Millet, Kurd li derve man û divê wek tifaqek sêyem aliyekî Kurdî were avakirin û êdî divê Kurd bi hêza xwe bihesin.

Serokê Jûra Pîşesazî Bazirganiya Diyarbekir Mehmet Kaya got: “Herdu tifaqên Cumhur û Millet Kurdan davêjin derve. Ez ne behsa HDPê tenê dikim. Ya nûnertiya Kurdan dike ne HDP tenê ye. PAK jî nûnertiya Kurdan dike, PSK jî nûnertiya Kurdan dike. Çi rengekî Kurdî di nava tifaqên Tirkiyeyê de cih nagirin. Divê Kurd vê yekê bibînin û aliyekî Kurdî ava bikin. Ji ber vê yekê ev hewildan girîng e. Rola qada pîşesazî û karsazan jî di vê pêvajoyê de girîng e û bibandor e.”

Hevgirtiyên aliyê Kurdî balê dikêşin ku hewla wan a avakirina aliyek Kurdî ne bi hilbijartinan ve girêdayîye û dê di rojên pêş de hewil bidin ku hevdîtinên xwe bi saziyên sivîl re bidomînin û her wiha li gel saziyên lêkolînan jî danûstanan bikin.