Pedersen bi hêvî ye civînên Komîta Destûrê di Adarê de dest pê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanderê taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen pêşbînî dike, gereke nû ya danûstandinên Komîta Destûrî di meha Adarê de dest pê bike.

Ev daxuyaniya Geir Pedersen duhî Çarşemê li Şamê ji rojnamevanan re hat dayîn, ku berî wê hevdîtin ligel Wezîrê Derve Feysel Miqdad kiribû guftûgo derbarê aloziya demdirêj a li wî welatî de kirin.

Pedersen got: “Divê ez bibêjim ku piştî gotûbêjên min ên îro, ez geşbîntir im ku dê gera heftemîn a Komîta Destûrî di meha Adarê de pêk were.”

Diyar kir, ew bi niyaz e bi nûnerê rêjîmê di Komîta Destûrê de Ehmed El-Kuzbarî re bicive û piştre jî bi Encûmena Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê re pêwendiyê bike, ji bo ew ê karibin vexwendnameyê bişînin.

Gera dawî ya danûstandinên Komîta Destûrê li Cinêvê di Cotmehê de pêk hat, wê demê jî Pedersen got, redkirina rêjîma Sûriyê ji danûstandinên re, sedemeke sereke ya têkçûna wê gerê bû.

Di dawiya 2018an de li Kongreya Gotûbêja Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochî ya Rûsyayê li ser pêkanîna Komîta Destûrê hat lihevkirin û yekem civîna wê komîteyê roja 30î Cotmeha 2019an hat lidarxistin.

Komîteya Destûrê ji 150 kesî ji aliyên rêjîma Sûriyê, opozîsyona Sûriyê û civaka sivîl pêk tê. Piştre komîta biçûk ji 45 kesan hat avakirin ji bo destûrekê amade bikin ku di dawiyê de dengdan li ser were kirin.