Serok Barzanî û Muqteda Sedir proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Ofîsa Serok Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand; îro bi rêya telefonê Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Serok Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand; îro bi rêya telefonê Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û li ser girîngiya civîna aliyên hevpeymaniya sê alî li hev kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku îro pênçşemê 17ê Sibata 2022yan Serok Mesûd Barzanî û Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi rêya telefonê proseya siyasî ya Iraqê nirxandin.

Her di vê peywendiya telefoniyê de behsa libergirtina hengavên pêwîst û hemahengiya li helwestên hevpeymaniya stratejiya sê alî ya di qonaxa niha de kirin, ew jî bi navê gihîştina bi pêkanîna hikûmeta zorîne ya niştimanî.

Di vê peywendiya telefoniyê de her du alî li ser pêwîstiya civîna hêzên pêkhênerên hevpeymaniya sê alî di rojên paşerojê de li hev kirin.