Li Diyarbekirê çalakiyên zimanê Kurdî didomin

Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê çalakiyên zimanê zikmakî didomînin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê çalakiyên zimanê zikmakî, bi belavkirina etîketên fiyetan yên bi Kurdî û berdilkan domandin.

Di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî de Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê li Diyarbekirê çalakiyên xwe didomînin û li bazarên taxan ên ku sebze û fêkî lê tê firotin navên sebze û fêkiyan ên bi Kurdî belav kirin.

Beşdarên çalakiyê ji firoşkar û welatiyan xwestin ku bi Kurdî bijîn û li zimanê Kurdî xwedî derbikevin. Endamê Med -Derê Yûsûf Gunduz bi civîneke çapemeniyê bal kişand ku her netewe bi zimanên xwe tên nasîn û pênasekirin û ji bo netweya Kurd jî zimanê Kudî wateya pênaskirina hebûna xwe ye. Loma jî divê xwedîlêderketina zimên bîreweriyeke mayînde be.

Çalakiya Komeleya Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê MED-DER û Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê ji aliyê firoşkar û welatiyan ve jî bi erênî hat pêşwazîkirin.

Beşdarên çalakiyê bang li raya giştî kir ku di hemû qadên jiyanê de bila Kurdî têxin jiyana xwe û li her devera ku lê ne bila bi zimanê Kurdî biaxivin. Bang li malabatan jî hat kirin ku di nava malê de jî bila bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin da ku di nava nifşên nû de jî zimanê Kurdî belav bibe ku ev yek bo pêşeroja zimanê Kurdî jî girîng e.

Diyarbekir
Diyarbekir