Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîka civiyan

Şanda Kongressê ji hejmarek endamên her du partiyan Komarî û Demokratan pêk hatibû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Sibata 2022an li Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel şandeke bilind a Kongressa Amerîka civiyan.

Li perawîza Konferansa Asayîşê ya Munichê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke bilind a Kongressa Amerîkî bi serokatiya Lindsey Graham civiyan ku ji hejmarek endamên Kongressê ji her du partiyan Komarî û Demokratan pêk hatibû.

Di civînê de geşedanên herî dawî yên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Şanda Kongressê tekez kir ku Kongress bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêre û pêwendiyeke bihêz di navbera me de heye, tevî liberçavgirtina hemû wan astengiyên li navçeyê hene jî, em di wê baweriyê de ne ku divê pêwendiyên me bihêz bimînin û em pêşve bibin.

Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spas û pêzanînên xwe ji bo alîkarî û piştgiriya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê nîşan dan û berdewamiya piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêwîst zanîn ji bo nehiştin û jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.

Herwiha behsa biryara herî dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a derbarê yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê hat kirin, ku xizmeta seqamgîriya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal nake.

Konferansa Asayîşê ya Munichê duhî 18ê Sibata 2022an bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji serok û berpirsên pilebilind ên welatên cîhanê dest pê kir.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîka
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîka
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ligel şandeke Kongressa Amerîka