Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Nayîf El Hecref civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Nayîf El Hecref civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 19ê Sibata 2022yan roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê ligel Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Kendavê Nayîf El Hecref civiya.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên welatên Kendavê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Herwiha amaje bi serdanên van demên dawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo welatên Kendavê hat kirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina pêwendiyên welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê di hemû waran de hat kirin.