Di Newroza 2022an de dê wekî referandûmê daxwaza Kurdî were kirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kom bûn û nexşerêya xebatên ziman û çandê ya 2022an ragihand. Li gorî nexşerêyê dê di Newrozê de daxwazên xwe wekî referandûmê bînin ziman. Siyasetmedar û endamên saziyên ziman û çanda kurdî gotin ku; tevî hemû astengiyan divê malbat di hemû qadên jiyanê de li kurdî xwedî derkevin û zimanê xwe bikin zimanê sereke yê kolanê.

Li Diyarbekirê piştî xebatên berfireh, endam û rêveberên Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî hatin cem hevdu û di kargeheka zimanî de xebatên ku heta niha hatine kirin nirxandin û nexşerêya xebatên ziman û çandê ya 2022an ragihandin. Li gorî nexşerêyê, dê xebatên li ser çand û zimanê kurdî bi berfirehî berdewam bikin û di çalakiyên pîrozkirina Newroza 2022an de dê vê daxwazê wekî referandûmê bînin ziman.  

Parlementerê HDPê yê Rihayê Nusretîn Maçîn ku ew jî endamê Tora Çand û Ziman e got; di Parlamentoya Tirkiyeyê de jî ji bo fermîbûna kurdî kar dikin lê rûbirûyê gelek astengiyan dimînin. Maçîn da zanîn ku; kurd bi lêxwedîderketina ziman nahêlin ku ziman winda bibe.

Parlementer Nusretîn Maçîn ji K24ê re got: “Divê jiyan bibe kurdî. Heger ku kurd li mal, li kûçe û kolanê, li bazarê bi kurdî neaxivin û hebûna xwe bi kurdî pêk neynin dê wê demê kurdî qels bimîne. Ev jî li ser milê kurdan e.”

Li gorî nexşerêya xebatên ziman û çandê ya 2022an, ji bo ku zimanê kurdî di rojeva desthilatdarî û opûzîsyona Tirkiyeyê de zêdetir cih bigire dê xebatên bihêztir werin kirin, di çalakiyên 8ê Adarê de heman mijar derkeve pêş, tevgere ziman bê sazkirin û bi medyaya kurdî re xebatên hevpar bên kirin. Endama Tora Ziman û Çanda Kurdî Sorgul Aytek Avşar ku li ser navê Jûra Endezyarên Elektrîkê beşdar bû got; kurdan bi lêxwedîderketina ziman planên sedsalan têk birin û dê nehêlên ew planên ku dijayetiya kurdan dikin biser bikevin.

Sorgul Aytek Avşar dibêje: “Gelo em dikarin çi bikin? Em dikarin xwedî li zimanê xwe derkevin, divê mirov bizane ku ziman çi ye û bi kêrî çit ê. Ziman hebûn mirov e. Divê mirov di destpêkê de bizane ku wekî kurd hatiye dinê û divê xwe wekî kurd biparêze. Heger mirov bi kurdî neaxive mirov di jiyana xwe de kêmasiyê dike.”

Heta 15ê Gulana 2022an seminer, panel û konferans dê bên lidarxistin û mijarên li ser ziman û jin, ziman û netewe, ziman  û perwerde, ziman û siyaset, ziman û hiqûq bên nîqaşkirin. Her dîsa dê ji bo pişrtgiriya ziman konsert jî werin dayîn. Rêveber û endamên rêxistinên ziman bang li welatiyan dikin ku di hemû qadên jiyanê de li ziman û çanda xwe xwedî derbikevin.