Hewlêr û Urmiyê tevgera bazirganiyê gotûbêj dikin

Şandek bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Sadiq Mutemedyan serdana Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Parêzgariya Urmiyê bi mebesta guftûgokirina tevgera bazirganiyê, serdana Hewlêrê dike.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir ji K24ê re ragihand, berî du mehan ji bo baştirkirina tevgera bazirganiyê, şandeke parêzgeha Hewlêrê serdana Urmiyê kiribû û îro jî şandek bi serokatiya Parêzgarê Urmiyê Sadiq Mutemedyan serdana Hewlêrê dike.

Diyar kir jî, armanca serdana şanda parêzgeha Urmiyê ew e, guftûgoyan li ser baştirkirina tevgera bazirganiyê bikin û ew pirsgirêk û astengiyên li pêş cibicîkirina xalên hevtêgihîştina di navbera her du aliyan de hene çareser bikin.

Di dawiya sala borî de, şandeke parêzgeha Hewlêrê bi serokatiya Parêzgar Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kiribû û derbarê bazirganî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de, rêkeftinek hatibû îmzekirin.

Deriyê sînorî Hacî Omeran – Temerçiyan di navbera Hewlêr û Urmiyê de ye û çûnûhatina geştiyaran û tevgera bazirganî di wî derî re tê kirin.