Li Siûdiyê di şikandina firokeyeke Hûsiyan de 16 sivîl birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama şikandina firokeyeke bêpîlot a Hûsiyan de li devera Cazanê ya li başûrê Siûdiyê, 16 sivîl birîndar bûn.

Medyaya fermî ya Siûdî ragihand, Hûsiyan bi riya firokeyeke bêpîlot êrîşî ser firokxaneya Cezaranê kir, ew firoke hate şikandin û di encamê de 16 sivîlên ji neteweyên cuda birîndar bûn.

Hevbendiya bi serokatiya Siûdiyê ya şerê Hûsiyan dike jî piştrast kir, milîsên Hûsî careke din dest bi êrîşên kirine û soz da ku ew ê tedbîrên tund ji bo parastina sivîlan bigire.

Li Yemenê şerê di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de ji sala 2014an ve dest pê kiriye ye, li gor amarên Netewên Yekgirtî jî, şer bûye sedema kuştina zêdetir ji 380 hezar kesî.

Ji sala 2015an ve Siûdî serkêşiya hevbendiyeke leşkerî ji bo piştevaniya hikûmeta Yemenê dike, rêxistinên nehikûmî jî gelek caran wê tometbar dikin ku sivîl di êrîşên wê yên esmanî de tên kuştin.