Mosko: Cezayên Amerîka dê me neçar neke siyaseta xwe biguherînin

Balyozê Rûsyayê li Washingtonê: Cezayên li dijî Rûsyayê, dê ti tiştî çareser nekin
Anatoly Antonov
Anatoly Antonov

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Rûsyayê li Washingtonê radigihîne, cezayên rojava yên li dijî welatê wî dê Moskoyê neçar neke ku siyaseta xwe ya derve biguherîne.

Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov got, cezayên li dijî welatê wî, dê bandorê li bazarên cîhanî û li xweşiya Amerîkiyan bike, lê dê Moskoyê neçar neke ku siyaseta xwe ya derve biguhêrîne.

Balyoz Antonov got: “Guman nîne ku cezayên li ser me hatine sepandin, dê zirarê bide bazarên darayî û enerjiyê yên cîhanî.  Tekez kir jî, “Cezayên li dijî Rûsyayê, dê ti tiştî çareser nekin.”

Ev daxuyana Balyozê Rûsyayê li Washingtonê piştî wê têm, Serokê Amerîka Joe Biden duhî li ser rewşa nû ya Ukraynayê ragihand; ew ê xezayên zêdetir bi ser Rûsyayê de bisepînin.

Biden eşkere kir, welatê wî 4 kom ji tedbîran li dijî Rûsyayê sepandine ku dê roja Çarşemê bikevin warê cibicîkirinê.

Diyar kir jî, ew tedbîrên ambargoyê, saziya “VEB” a Rûsî û banka wê ya leşkerî û cezayên berfireh li ser deynê serweriya Rûsyayê li xwe digire.

Serokê Amerîka bal kişand ser wê yekê, ev ceza, tê wê wateyê ku ew ê hikûmeta Rûsyayê ji fînansa rojava qut bikin.