Xortên malbata Şêx Seîd tomara dengê Şêx Elî Riza wek pirtûk çap kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – 2 xortên endamên malbata Şêx Seîd in, tomara dengê Şêx Elî Rizayê, kurê Şêx Seîd peyda kirine û ev yek wek pirtûk amade kirine û çap kirine. Xortên bi navên Dilhat û Dilşad dixwazin xwedî li mîrata bav û kalên xwe derbikevin û bang li xortên Kurd dikin ku xwedî heman helwestê bin.

Di sala 1967an de kurê Şêx Seîd, Şêx Elî Riza li Enqereyê dibe mêhvanê biraziyê xwe Abdulmelîk Firat. Li wê derê Abdulmelîk Firat li gel mamê xwe hevpeyvînekê dike û denge wî qeyd dike. Qeyda denge Şêx Elî Riza di derbeyên leşkeri yên wek 12ê Adara 1971an, 12ê Îlona 1980 û 28ê Sibata 1997an de di serdegirtina malan ên hêzên ewlekariyê de ji aliyê endamên malbata Şex Seîd ve hatine veşartin û nehiştine ew qeyd bikeve destê kesek din de. Ew deng piştî 55 salan ji aliyê neviyên Abdulmelîk Firat ên bi navê Dilhat Firat û Dilşad Firat ve wek pirtûk hat çapkirin ku tê de Şêx Elî Riza yê kurê Şêx Seîd behsa hûrgiliyên serhildana sala 1925an dike.

Dilhat Firat ji K24ê re got: “Armanca me ew bû ku zanyariyên Şêx Elî Riza yê kurê Şêx Seîd bi xelkê re parve bikin. Qeyda dengê Şêx Elî Riza di arşîva kalikê min Evdilmelîk Firad de bû. 4 meh berê ev deng ket destê me de. Me di 4 mehan de pirtûk nivîsî. Behsa Simko Axa, Seyît Tahir, Şêx Mehmûd Berzencî, Mele Mistefa Barzanî dike.”

Neviyên Abdulmelîk Firat ên bi navê Dilhat û Dilşad  xwedî li mîrata bav û kalen xwe derketine û dixwazin ji hemû aliyan ve Serhildana Sala 1925an, şert û mercên beriya serhildanê û piştî serhildanê werin zanîn. Dihat û Dilşad bang li xortên Kurd dikin ku li mirat û nirxên xwe yên neteweyî û çandî xwedî derbikevin û li gorî derfetên xwe xizmeta millete xwe bikin.

Dilşad Firat dibêje: “Ez gêncekî Kurd im û li dîroka xwe xwedî derketim. Bila kurdên me jî li dîroka xwe xwedî derbikevin. Dîroka me wenda buye, em dixwazin dîroka xwe dîsa derxînin meydanê. Çi buye. Çawa buye, derbarê gişan de biaxifin.”

Pirtûka bi navê “Bavê Min Şêx Seîd” ji 107 rûpelan pêk tê û di dawiya pirtûkê de jî beşek ji bo wêneyên kesayetên malbatê hatiye veqetandin û di rûpelan dawî de jî helbestek a Şêx Elî Riza hatiye parvekirin. Xortên malbatê Dilşad û Dilhat jî didin zanîn ku ew ê li pey şopa bav û kalen xwe bi berhemên nû xebatên xwe bidomînin.