Kesûkarên zindaniyên nexweş 100 roj in di çalakiyê de ne

Li Diyarbekirê hejmareke malbatên zindanîkiriyên nexweş li ber derê avahiya Saziya Bijîşkî ya Dadî daxwaza azadkirina kesûkarên xwe kirin.
Dayîkên zindaniyên nexweş, Diyarbekir, wêne: K24
Dayîkên zindaniyên nexweş, Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê hejmareke malbatên zindanîkiriyên nexweş li ber derê avahiya Saziya Bijîşkî ya Dadî bi daxuyaniyeke rojnamegerî, daxwaza azadkirina girtiyên nexweş kirin. Malbatan gotin ku; ew naxwazin termên zarokên wan ji zindanan derkevin û ew daxwaza cîbicîkirina yasayan dikin.

Malbatên zindanîkiriyên nexweş di 100emîn roja çalakiya xwe de li Diyarbekirê li ber derê  avahiya Saziya Bijîşkî ya Dadî daxuyaniyeke rojnamegerî dan û daxwaza azadkirina girtiyên nexweş kirin.

Hêzên asayîşê, rê nedan ku malbatên girtiyan û kesûkarên wan bi girseyî daxuyaniyê bidin. Ji malbatan çend kesên ku rê hat dayîn daxuyaniyê bidin gotin ku; ew dixwazin yasa bêne cîbicîkirin û mafên girtiyên nexweş bên dayîn û ew bên azadkirin.

Li gorî gotinên rêveberên komeleyên parastina mafên mirovan, ji hezar û 600î zêdetir girtiyên nexweş hene û rewşa ji 600an zêdetir giran e. Li gorî ragihandina saziyên mafên mirovan, heta niha 89 girtiyan di zindanan de canê xwe ji dest dane.

Çalakiyên malbatên zindanîkiriyên nexweş, li Diyarbekir, Wan û Îzmîrê berdewam dike.