Nirxê bermîleke petrolê ji 105 Dolar derbas kir

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, buhayê bermîleke petrolê li bazarên cîhanê ji 105 Dolar derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, buhayê bermîleke petrolê li bazarên cîhanê ji 105 Dolar derbas kir.

Îro pênşemê 24ê Sibata 2022yan Serokê Rûsyayê Vladimir Putin operasyona serbazî bo ser Ukraynayê ragihand, vê yekê jî bandoreke berçav li buha û nirxê dirav û çavkaniyên sirûştî kir, piştî 7 salan cara ewil nirxê bermîleke petrolê digihîje 105 Dolar.

Vê sibê dema êrîşkirina Rûsyayê bo ser Ukraynayê, nirxê bermîlek petrol gihîşt 101 Dolar, ligel berdewambûna êrîşê, nirxê petrolê bo 105 Dolar bilind bû.