Bandora şerê Rûsya û Ukrayna li ser aboriya Tirkiyê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Şerê Rûsya û Ukraynayê bandoreke xerab li ser aboriya gelek welatan dike ku yek ji wan welatan jî Tirkiye ye. Salane herî zêde geştyar ji Rûsya û Ukraynayê tên Tirkiye û hejmara geştyarên ji van her du welatan sala borî hatibûn Tirkiyê 7,5 milyon bû. Lê li gor pisporan bi berdewamiya şer dahatên kerta geştûguzarî dê dakeve û ziyana kerta geştûguzariya Tirkiyê dê bibe 10 mîlyar dolar.

Tirkiye ji bo pêşxistina aboriya xwe girîngî bi kerta geştûguzariyê dide lê şerê navbera Rûsya û Ukraynayê metirsiyeke mezin li ser kertên geştûguzariyê peyde kiriye.

Li nav geştyarên ku zêdetir serdana Tirkiyê dikin hejmara Ukreynî û Rûsî balê dikêşîne ku ji van her du welatan sala borî 7,5 milyon geştyar hatibûn Tirkiyê.

Li gor kompanî û dezgehên taybet şerê Ukrayna û Rûsya eger demeke dirêj bidome ziyaneke 10 milyar dolar li ser kerta geştûguzarî ya li Tirkiyê dê pêk were. Hin pispor jî amaje dikin ji ber şer, hejmara geştyarên Rûsî û Ukraynayî îsal li Tirkiyê dê gelek dakeve.

Pisporê Aborî Mustafa Sonmez got: “Hêviyeke zêde ya Tirkiyeyê ji dahatên geştûguzariya îsal hebû û armanc ew bû ku dahatên vê kertê bigihîje 35 milyar dolaran. Lê ji ber vî şerê Rûsya û Ukraynayê ku zêdetir geştyar ji wan her du welatan tên, dahatên geştûguzariyê dê gelek kêm bibe. Tirkiye dixwest tesîra xerab a zêdebûna dolar û enflasyonê bi dahatên kerta geştûguzariyê têk bibe lê ji ber vî şerê heyî zehmet e. Ev yek bi taybet dê zirareke mezin bide ser herêmên geştûguzariyê.”

Tirkiye piraniya pêdiviya xwe ya enerjî û berhemên çandiniyê ji Rûsyayê hawirde dike tenê salane ji%85ê genim ji Rûsya û Ukraynayê hawirde dike. Bi nêrîna şarezayan eger ev hawirde pêk neyê bihayên nan û ar jî herî kêm dê ji %50 zêdetir bibe.

Pisporê Aborî Turgay Turker dibêje: “Tirkiye gelek berhemên çandiniyê ji welatên derva hawirde dike. Berhemên çandiniyê ku ji Rûsya û Ukraynayê tên ji ber vî şerî weke berê bo Tirkiyê dê neyê şandin. Niha di destê Tirkiyê de bi qasî heta salekê têrî bike ar heye. Ev şer wisa kir ku divê Tirkiye berhemên çandiniyê xwe bi xwe hilberîne da ku di rojên wiha de nekeve tengasiyê. Rayedarên Tirk jî li ser plansaziya hilberînekê dest bi hin xebatan dikin.”

Par welatê ku ji Rûsyayê zêdetir berhemên çandiniyê hawirde kiriye Tirkiye ye. Berdewamiya şer dê yekser tesîreke xerab li ser Tirkiye bike ku ji peydekirina gelek berheman dê bêpar bimîne û ev jî dê bibe sedema zêdebûna bihayan.