Mosko ferman dide hêzên xwe: Êrîşa li ser Ukraynayê berfireh bikin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ferman hatiye dayîn ku hêzên çekdar ên Rûsyayê ji hemû aliyan ve dest bi êrîşan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ferman hatiye dayîn ku hêzên çekdar ên Rûsyayê ji hemû aliyan ve dest bi êrîşan bikin, piştî ku serokatiya Ukraynayê danûstandinên bi Rûsyayê re red kir.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Duhî, piştî ku rejîma Kîevê amadebûna xwe ji danûstandinan re nîşan da, şerên çalak di rêyên sereke yên operasyonê de hatin rawestandin. Lê piştî ku aliyê Ukraynayê dev ji pêvajoya muzakereyê berda, îro ferman ji hemû yekîneyan re hat dayîn ku li gorî plana operasyonê ji her alî ve êrîş bikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Komên hêzên Komara Donetsk û Luhanskê, ji bo serkeftina êrîşa li ser çeperên hêzên çekdar ên Ukraynayê, piştevaniya hêzên Rûsyayê dikin.”

Ev yek di demekê de ye, Ofîsa Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand, Kîev red kir ku bi Moskoyê re danûstandinan bike, ji ber ku şert û mercên Rûsyayê neguncaw dît.

Diyar kir jî, “Ev hewldanek bû ku me neçar bike ku em teslîm bibin. Me ji wan re peyamek şand ku tenê peymanek aştiyê li gorî şertên Kievê pêkan e, ne li gorî Moskoyê.”