Rayedarên Ukraynayê: Artêşa Rûsyayê ket bajar Kharkivê

Kharkiv li bakurê rojhilatê Ukraynayê û 50 k.m dûrî sînorê Rûsyayê ye
Hêzên Rûsî li Kharkivê - Tora civakî
Hêzên Rûsî li Kharkivê - Tora civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Ukraynayê radigihîne, hêzên Rûsî ketin bajarê Kharkivê . Artêşa Rûsyayê jî ragihand, wan bajarên Kherson û Berdyanskê yên li başûrê Ukraynayê dorpêç kirine.

Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê Anton Herashchenko li “Telegram” ragihand, wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê li bajarê Kharkivê yê li bakurê rojhilatê Ukraynayê hatin dîtin.

Vîdyoyên ku ji aliyê Herashchenko ve hatine weşandin, nîşan didin ku çend wesayîtên leşkerî yên sivik li ser kolanekê digerin û tankek jî şewitiye.

Hakimê Xwecihî Ole Sengopov jî got, hêzên Ukraynayê îro Yekşemê li kolanên bajarê Kharkivê li dijî hêzên Rûsyayê şer dikin û şer veguheriye şerê kolanan.

Ev yek di demekê de, Kharkiv di rojên dawî de di bin êrîşeke dijwar a Rûsyayê de bû û desthilatdarên Kîev jî duhî li wê yekê mikur hatin ku rewşa li Kharkivê gelekî dijwar e.

Herwiha medyaya Ukraynayê ragihand, şerekî giran li nêzîkî bajarê Kharkivê heye û hêzên Rûsî boriya gaza xwezayî teqandin.

Kharkiv duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye, li rojhilatê Kîevê dikeve û bi qasî 50 k.m dûrî sînorê Rûsyayê ye.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, hêzên wan bajarên Kherson û Berdyanskê yên li başûrê Ukraynayê dorpêç kirine.