Li Diyarbekirê haletên Covîd-19ê kêm dibin
Diyarbekir (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, rêjeya pêketiyên Covîd-19ê yên 12 - 18ê Sibatê ragihandin.
Li gorî daneyên fermî, li Diyarbekirê halet kêm dibin. Her ji 100 hezar kesan 398.13 kes tûşî Koronayê dibin.
Li gorî daneyan, di navbera 5 - 11ê Sibatê de li Diyarbekirê her ji 100 hezar kesan 559.35 kes tûşî koronayê dibûn.
Ji bilî bajarê Dêrsîmê li temamê bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya tûşbûyiyan kêm dibin.