Karwaneke Rûsî ya mezin ber bi Kîevê ve ketiye rê

Dirêjahiya karwana leşkerî ya Rûsî zêdetirî 60 km e û 25 km ji Kîevê ve nêzîk bûye
Maxar Technologies/AFP
Maxar Technologies/AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wêneyên satelîtê nîşan didin ku karwanek mezin a leşkerî ya Rûsyayê bi dirêjahiya zêdetirî 60 km ber bi Kîev ve bi pêş ve diçe.

Ev wêne Duşemê bi êvarê ji aliyê kompaniya “Maxar” a Amerîkî ve hatin weşandin û hat gotin ku karwana Rûsî nêzîkî Firokxaneya Antonov (nêzîkî 25 kîlometre dûrî navenda Kiev) bûye.

Ji destpêka êrîşa Rûsî li ser Ukraynayê ve, şerên giran li ser Firokxaneya Antonov tê kirin. Hêzên Rûsî hewl didin vê navendê stratejî kontrol bikin, ji ber ku ev yek kontrolkirina Kîevê pir hêsan dike.

Maxar diyar kir, karwana ku bi dirêjahiya 64 km dirêj e , ji wesayîtan pêk tê, beşek ji wan hinekî ji hev dûr dikevin, beşa din jî di du sê rêzên teng de li kêleka hev dimeşin.

Ji roja Pêncşema borî ve hêzên Rûsî dest bi êrîşa xwe li ser Ukraynayê kirine, hêzên Ukraynayê jî heta îro di parastina navenda Kîeva Paytextê û şikandina êrîşên Rûsî li ser bajêr de bi ser ketine.

Di roja pêncemîn a piştî destpêkirina êrişê de, pêşveçûna hêzên Rûsî hîn “hêdî” ye, di demekê de ku hêzê wê li derdora Kîeva Paytextê kom dibin.

Jêderekî dîplomatîk û yekî din ê ewlehiyê roja Duşemê ji AFP re got, Mosko xwe amade dike ku di demeke nêzîk de êrîşî li ser paytextê bike.

Her di wê çarçovê de jî, berpirsekî Pentagonê duhî got, karwanê serbazî yê Rûsî ku ber bi Kîevê ve diçe nêzîkî 5 kîlometran bi pêş ve çûye û 25 kîlometran ji bajêr ve dûr maye.

Ev yek di demekê de ye, duhî gereke danûstandinan di navbera Ukrayna û Rûsyayê de li Belarusê birêve çû, piştre jî Serokê Ukraynayê ragihand; danûstandin zehmet bû û ti nermiyek ji aliyê Rûsî ve nehat dîtin.

Şandeyê K24ê Azad Altun bo Kîevê da zanîn; şer li derdora Kîevê didome û şeva borî Kîevê bi sê mûşekên Balîstîk hat bombebarankirin û zengilê agahdarkirinê li nava bajêr hat lêdan