Hêzên asmanî yên Rûsî li Kharkivê daketin û Kherson jî ket

Li bajarê Kharkivê şer û pevçûn di navbera artêşa Ukrayna û hêzên Rûsî de bi giranî berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî hêzeke asmanî ya Rûsî li bajarê Kharkivê daket. Bajarê Khersonê jî ket destê hêzên Rûsî.

Artêşa Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî hêzeke asmanî ya Rûsî li bajarê Kharkivê daket û êrîşî nexweşaneyeke wî bajarî kir.

Diyar kir jî, niha li bajarê Kharkivê şer û pevçûn di navbera artêşa Ukrayna û hêzên Rûsî de bi giranî berdewam in.

Amaje bi wê jî da, hêzên Rûsî roja Yekşema borî jî êrîş ser Kharkivê kir û derbasî bajêr bûn, lê hatin şikandin.

Kharkiv duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye, li rojhilatê Kîevê dikeve û bi qasî 50 k.m dûrî sînorê Rûsyayê ye.

Hat ragihandin jî, mala operayê, salona konserê û ofîsên hikûmetê yên li Meydana Azadiyê ya li navenda bajarê Kharkivê jî hatin bombekirin.

Berpirsên xwecihî yên Kharkivê ragihand; di bombebaranê de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve jî hat ragihandin; bajarê Khersonê yê li başûrê welêt, îro di demjimêrên serê sibê de ket destê hêzên Rûsyayê.
Şaredarê bajarê Kherson bang li hikûmetê û rêxistinên hawarhatinê kir, alîkariyên xwarin û derman bigihînin bajêe û birîndaran derxînin.

Li gor ajansa “BBC” ku li ser zarê endamekî Encûmena Xwecihî belav kir; dora 200 kesî hatin kuştin, piraniya wan sivîl in.