Ukrayna ji Çînê daxwaz dike ku bibe navbeynkar

Wezîrê Derve yê Ukraynayê ji Çînê daxwaz kir ku ji bo ragihandina agirbesta navbera Ukrayna û Rûsyayê, bibe navbeynkar.

Navenda Nûçeyan (K23) – Wezîrê Derve yê Ukraynayê ji Çînê daxwaz kir ku ji bo ragihandina agirbesta navbera Ukrayna û Rûsyayê, bibe navbeynkar.

Li gor ragihandina Wezareta Derve ya Çînê, Wezîrê Derve yê Çînê ligel hevtayê xwe yê Ukraynî pêwendiyeke telefonî encam daye.

Di pêwendiya telefonî de Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba li ser gera yekem a danûstandinên Ukrayna û Rûsyayê, zanyarî dane Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi û tekez kiriye ku dawîanîna pevçûnan, armanca herî girîng a welatê wan e.

Dmitro Kuleba diyar kiriye; Ukrayna bi dilsozî li danûstandinên ligel Rûsyayê dinêre, herwiha hikûmeta Kîevê amade ye pêwendiyên xwe yên ligeş Çînê bihêz bike û çaverê dike ku hikûmeta Çînê di danûstandinan de bibe navbeynkar.

Li hember wî, Wezîrê Derve yê Çînê eşkere kiriye ku ew bi nîgeranî çavdêriya rewşa Ukraynayê dikin û dilgiran in ji zirardîtina welatiyên sivîl ji ber pevçûnan. Çîn ji herdu aliyan daxwaz dike ku bi rêya danûstandinan kêşeyên navbera xwe çareser bikin û piştevaniya hemû hewldanên navdewletî dikin, ku dibin sedema gihîştina çareseriyeke siyasî.

Wang Yi destnîşan kiriye; Çîn her dem alîgirê serwerî û yekparçebûna welatan bûye.