Ukrayna: 7 hezar serbazên Rûsî hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Ukraynayê ragihand: “Me heta niha 7000 serbazên Rûsyayê kuştine.”
Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand: “Li Ukraynayê 498 serbazên me hatine kuştin û 1577 serbaz birîndar bûne.”
Şerê Urkayna û Rûsyayê ketiye roja heftem, Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Ukraynayê amarên şer ên van heft rojan belav kir û ragihand: “Me heta niha 7000 serbazên Rûsyayê kuştine.”
Herwiha eşkere kir: “Me bi sedan serbaz û efserên Rûsyayê dîl girtine.”
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî ragihand: “Li Ukraynayê 498 serbazên me hatine kuştin û 1577 serbaz birîndar bûne.”
24ê Sibata 2022yan bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dest bi êrîşa ser Ukraynayê hat kirin, ji ber şer bi hezaran kes hatin kuştin û birîndar bûn, ji bilî derbiderbûna bi sed hezaran welatiyên Ukraynayê.