Enflasyona Tirkiyê ji sedî 54,44 bilind bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyê amarên fermî yên enflasyonê hatin eşkerekirin. Enflasyona salane li wî welatî ji sedî 54,44 zêde bû.
Li gor ragihandina Saziya Îstatîstîk a Tirkiyê di meha Sibatê de enflasyon li gor beriya mehekê ji %4,81 zêde bû. Enflasyona salane jî wek ji%54,44 hat tomarkirin.
Herî zêde bihayên lêçûnên çûnûhatin, kelûpelên malan, xurek û vexwarin zêdetir bû.
Amarên nefermî yên Gruba Lêkolîna Enflasyonê ku komek ji akademîsyenan pêk tê rêjeya enflasyona salane ya Tirkiyê wek %123,80 dest nîşan dike.