Wezîra Derve ya Swêdê: Em 5 hezar çekên dije tank dişînin Ukraynayê

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser şerê Rûsya û Ukraynayê ragihand: “Moskowê êrîş kiriye ser welatekî demokrat û azadîxwaz."
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde

Stokholm (K24) – Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser şerê Rûsya û Ukraynayê ragihand: “Moskowê êrîş kiriye ser welatekî demokrat û azadîxwaz, em bi çekên dije tank alîkariya Ukraynayê dikin.”

Ann Linde ji K24ê re ragihand: “Em rasterast ti gefeke serbazî bo ser Swêdê nabînin, lê belê dema ku Rûsya êrîşeke serbazî dike ser welatekî demokrat û azadîxwaz ê weke Ukraynayê, bêguman zext dikeve ser xelk û berpirsên welatên derdorê jî, loma ev zextek li ser Swêdê ye jî.”

Linde destnîşan kir: “Derbarê penaberan de, wezîrên navxwe yên Ewropayê biryar dan hêsankarî bikin. Niha rewş gelek aloz e, lê belê Swêd di warê asayîş û çekan de welatekî azad e û kes nikare neçar bike ji bo ti karekî serbazî, em jî weke Fînlandê pêwendiyeke me ya gelek nêzîk ligel NATOyê heye.”

Wezîra Derve ya Swêdê eşkere kir: “Li ser çek û alavên serbazî, pêwendiyên me ligel wezîrên welatên endamên NATOyê heye, herwiha rêkeftina me ligel nêzîkî 30 welat û rêxistinan heye. Tevî ku berevaniyeke me ya gelek bihêz heye, lê Serokwezîr daxwaz kiriye ku di warê berevaniyê de divê em ji vê zêdetir û bihêztir bibin.”

Ann Linde ragihand: “Hikûmeta niha biryar da, 5 hezar çekên dije tank bişînin Ukraynayê.”