Li Diyarbekirê makîneya xwemalî ya keviran dihêre hat danasîn

Li Diyarbekirê Pêşangeha Danasîna Amûr û Teknolojiya Avahîsaziyê birêve diçe
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê pêşengeha avahîsaziyê berdewam dike. Di pêşengehê de makîneya keviran dihêre ku ji aliyê kompaniyeke Diyarbekirê ve hatiye çêkirin hat nîşandan. Makîne di rojê de du hezar ton kevir dihêre û dike xîz. Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; heger astengiyên li pêşiya karsazan bên rakirin dê Diyarbekir di cîhanê de bibe markaya naskirî.

Li Diyarbekirê 10emîn Pêşengeha Amûr û Teknolojiya Avahîsaziyê ya Mezopotamyayê berdewam dike. Her çiqas pêşangeh ne wekî pêşangehên berê qelebalix be jî amûr û teknolojiya avahisaziyê balê dikişîne. Di pêşengehê de danasîna makîneya keviran dihêre û dike xîz ku ji aliyê kompaniyeke Diyarbekirê ve hatiye çêkirin hat kirin.

Rêveberên kompaniyê dibêjin; makîneya wan mobîl e û dikarin li her dereke guncav were bikaranîn. Makîne 65 ton e û bi 4 mîlyon û 500 hezar lîreyî hatiye çêkirin û ji aliyê 5 kesan ve tê bikaranîn. Ji bilî motorê hemû parçeyên din ên makîneyê li Diyarbekirê hatine çêkirin. Rêveberê şîrketê Alî Çelîk got; ew dê gelek mekîneyên wekî vê çêbikin.

Rêveberê Kompaniyê Alî Çelîk ji K24ê re got: “Ev makîne keviran dişkêne. Kevirên li Herêma Qereçdaxê û Diyarbekirê em bi vê makîneyê dişkênin. Ev makîne ji bo abûriya welatê me û Tirkiyeyê dê sûdbexş be.”

Rayedarên qada bazirganiyê amaje dikin ku karsazên kurd li her aliyê Bakur û Tirkiyeyê karên serkeftî dikin. Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; xizmetguzariyên binaseziyê bên kirin û astengiyên li pêşiya karsazan bên rakirin dê karên serkeftî bikin.

Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Heger ku derfet bê dayîn karsazên me dikarin gelek karên serkeftî bikin. Binêrin li vir makîneyek hatiye çêkirin. Bi vê makîneyê dê kevir bên hêrandin û xîz bê çêkirin. Wê demê li şûna xîza Çemê Dîcleyê dê xîza kevirê reş yê Diyarbekirê were bikaranîn. Em dixwazin binesaziya ku em bikaribin pê kelûpelên xwe bigihînin bendara Mêrsînê jî zû bê çêkirin. Em ji bo vê yekê û rakirina dezavantajan destekê dixwazin.”

Karsazên kurd dibêjin; Diyarbekir jî dixwaze bi cîhanê re rikeberiya berhemanînê bike lê divê derfet bên dayîn û karhêsanî bê kirin. Karsaz tînin ziman ku bi amûrên avahîsaziyê hatiye nîşandan ku Diyarbekir dikare di cîhanê de bibe marqeyeke naskirî. Pêşengeh 6ê Adarê roja yekşemê bidawî dibe.