Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Norwecê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 7ê Adara 2022yan pêşwazî li Balyozê Norwecê yê li Urdin û Iraqê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 7ê Adara 2022yan pêşwazî li Balyozê Norwecê yê li Urdin û Iraqê kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Norwecê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Norwecê yê li Urdin û Iraqê tevî behskirina proje û bernameyên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê, amadebûna pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Hikûmeta Herêmê di hemû waran de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariyên hikûmeta Norwecê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina derfetên hevkarî û hemahengîkirinê ligel Norwec û bihêztirkirina pêwendiyên hemû aliyan, bi taybetî di warê aborî û veberhênanê de nîşan da.