Serok Barzanî bi boneya 8ê Adarê pîrozbahî li jinên Kurdistan û cîhanê kir

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 8ê Adara 2022yan bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 8ê Adara 2022yan bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û ragihand: “Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê ya di şoreş û xebata gelê me de heye.”

Serok Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, li rûpela xwe ya Twitterê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di twîta xwe de diyar kir: "Bi helkefta heştê Adarê pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê ya di şoreş û xebata gelê me de heye."