Biden qedexe danî ser hawerdekirina petrola Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wek bersivekê li ser êrîşkirina li ser Ukraynayê, Serokê Amerîka Joe Biden qedexe danî ser hawerdekirina petrol, gaz û enerjiyê ji Rûsyayê.

Ev biryar piştî wê hat, Encûmena Nûneran a Amerîka îro Sêşemê, deng li ser yasaya qedexekirina hawerdekirina enerjiyê ji Rûsyayê da, wek tundkirineke nû ya sizayên Amerîkî li dijî Moskoyê.

Biden di axaftina xwe ya li Koşka Spî de got: “Em ê hemû hawerdekirina petrol, gaz û enerjiyê qedexe bikin.” Herwiha got jî: “Ev tê wê wateyê ku êdî petrola Rûsyayê li benderên Amerîkayê nayê qebûlkirin.”

Biden diyar kir jî, ev qedexe damarên sereke yên aboriya Rûsyayê dike armanc. Destnîşan kir jî, ev "derbeyeke din a xurt e li makîneya şer a Putîn.”

Serokê Amerîka bal kişande ser wê ye ku biryara qedexeyê “bi hevahengiyeke nêzîk” bi hevalbendan re hatiye girtin.

Çavkaniyên Amerîkî diyar kirin; biryara qedexekirina petrola Rûsyayê dê komir û gaza sirûştî ya şil jî li xwe bigire.