Jinên Ukraynî yên li kampa Polandayê ji K24ê re axivîn

Jinên Ukraynî tevî pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Jinan, ji bo serbazên xwe dua dikin.

Polanda (K24) – Li nava kampên penaberan, jinên Ukraynî tevî pîrozbahiya Roja Cîhanî ya Jinan, ji bo serbazên xwe dua dikin ku bi silamet bin, jinên ku ji K24ê re axivîne, ji ber nikarin pêwîstiyên rojane yên zarokên xwe peyda bikin û di awarebûnê de li pariyekî nan digerin, nîgeran in.

Maryan, yek ji wan jinên Ukraynî ye ku ji ber êrîşa Rûsyayê bo ser welatê wê, bûye penaber û li kampa penaberan a li Polandayê asê maye û bi betaniyek laşê zaroka xwe germ dike, roja 8ê Adarê li şûna gul, ji bo zaroka xwe li cil û bergan digere û bi çavên hêsir dibêje: “Ez ji bo welatê xwe û serbazên me dua dikim.”

Maryan ji K24ê re diyar kir: “Ez ji bo welatê xwe digrîm, ji bo wan jinên ku îro nikarin li welatê xwe roja xwe pîroz bikin. Ez ji bo zarokên welatê xwe digrîm, me her tişt ji dest dan, ez tevî hevjîn û sê zarokên xwe ji Ukraynayê hatim, ez hêvî dikim hemû wan welatên ku alîkariya me dikin, welatê me rizgar bikin, da ku em vegerin welat û cihê xwe, ez lava û dua dikim ji wan serbazên ku berevaniya axa me û azadiya welatê me dikin.”

Jineke din a li nava kampê ku navê wê Îramînya ye, ew û du zarokên wê hatine sînorê Polandayê û li nava kampê ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane yên zarokên xwe digere û dibêje: “Îro 8ê Adarê ye, pîrozbahî li hemû jinên Ukraynî û cîhanê dikim. Ez hêvî dikim bi azadî em vegerin welatê xwe, ez spasiya te û hemû dinyayê dikim ji ber gihandina dengê me û alîkariyên we, jinên Ukraynî di roja 8ê Adarê de ji bilî xema welatê xwe, divê pêwîstiyên zarokên xwe jî dabîn bikin û li xwarinan bigerin.”

Ji ber êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, heta niha nêzîkî 2 milyon welatiyên Ukraynî welatê xwe bi cih hiştine, ku piraniya wan jin û zarok in, beşek ji wan li ser sînoran in û beşeke din jî ber bi welatên Ewropayê bi rê ketin, herwiha hinek ji wan jî li kampan hatin bicihkirin.