Biden û Erdogan 45 xulek li ser Ukraynayê axivîn

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro pêncşemê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî encam daye.

Hewlêr (K24) – Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro pêncşemê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden pêwendiyeke telefonî encam daye.

Hat ragihandin ku Recep Tayyip Erdogan ligel Joe Biden li ser kiryarên serbazî yên Rûsya yên li dijî Ukraynayê û pêwendiyên Washington û Enqerê, pêwendiyeke telefonî encam daye.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê eşkere kiriye ku Erdogan û Biden 45 xulek li ser rewşa Ukraynayê gotûbêj kirine.

Îro 10ê Adara 2022yan, civîna wezîrên derve yên Rûsya û Ukraynayê li bajarê Antalyayê bi navbeynkariya Tirkiyê bi dawî bû.

Piştî civînê Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitry Kuleba di konferanseke rojnamevanî de ragihand; danûstandinên wî ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov dijwar bûn û da zanîn ku wî hemû hewlên wî ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji bo karesata Ukraynayê kirine.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir; ew dixwazin Ukrayna bêalî be û em amade ne garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê yên welatên Ewropî û Rûsyayê gotûbêj bikin.

Îro du hefte di ser êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê re derbas bûn, zêdetirî milyonek welatiyên Ukraynî awareyî welatên rojava bûn, ji bilî wê, bi hezaran serbazên her du aliyan di şer de hatin kuştin û şer jî berdewam e.