Muqteda Sedir bi Serok Barzanî re pêwendiyeke telefonî encam da

Ofîsa Rêberê Tevgera Sedir ragihand; Muqteda Sedir bi rêya telefonî pêwendî bi Serok Barzanî û çend serkirdeyên din ên Iraqê re kiriye.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Rêberê Tevgera Sedir ragihand; Muqteda Sedir bi rêya telefonî pêwendî bi Serok Barzanî û çend serkirdeyên din ên Iraqê re kiriye.

Li ser vê mijarê, Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand: “Muqteda Sedir bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re pêk anî.”

Herwiha eşkere kir: “Di pêwendiya telefonî de li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên herî dawî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, danûstandina fikr û ramanan kirin.”

Di vê çarçoveyê de, li gor daxuyaniya Ofîsa Rêberê Tevgera Sedir, îro Muqteda Sedir pêwendî bo Serok Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer re kiriye.

Hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de Muqteda Sedir û kesayetên siyasî, rewşa Iraqê gotûbêj kirine.

Piştî pêkanîna proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê ya di 10ê Cotmeha 2021ê de, ev cara ewil e ku Muqteda Sedir bi rêya telefonê bi Nûrî Malikî re diaxive.