Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li selametiya rojnamevanên Kurdistan24ê dipirse

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Giştî ya Kurdistan24ê re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê û Rêveberê Giştî ya Kurdistan24ê re kir û li selametiya rojnamevan û karmendên kenalê pirsî û spasiya xweragiriya wan ji bo gihandina peyama niştimanî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendî bi Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir û ji nêzîk ve li êrîşa teroristî ya îro berbangê li ser Hewlêrê pirsî û sazî û dezgehên hikûmetê jî rapard ku bi hawara welatiyên ziyan dîtine biçin û çi pêwîst be bikin.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî herwiha bi telefonê pêwendî bi Rêveberê Giştî yê Kenala Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm re ku ji ber êrîşa teroristî, ziyan gihîştibû kenalê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya karmendên kenala Kurdistan24ê kir, ji bo xweragirî, berdewamiya bexş û gihandina peyama wan a niştimanî.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1ê piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.