Daxuyaniyek ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa mûşekî ya îro berbangê li ser bajarê Hewlêrê û saziya medyayî ya Kurdistan24ê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hat, “Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, 12 mûşekên dûravêj ê ballistic ji sînorên derveyî Iraqê ji aliyê rojhilat ve, arasteyî avahiya Balyozxaneya Amerîkî li Hewlêrê û navçeyên sivîlan hatin kirin û li nêzîkî baregeha kenala Kurdistan24ê û derdora wê ketin xwarê.

Diyar kir jî, “Di encama êrîşê de ziyanên madî gihîştin avahi û xaniyên wê navçeyê û xweşbextane ti ziyanên canî nebûn û tenê welatiyek bi sivîkî birîndar bû û hêviya selamtî û çakbûna zû jê re dixwazin.

Wezareta Navxwe destnîşan kir, dezgehên polîs û asayiş dest bi lêkolînan kirine û piştre encamên ji raya giştî re belav dikin.

Wezareta Navxwe dibêje, “Di demekê de ku em vê êrîşa tirsonek şermenzar dikin, welatiyên xweşewîst ên Paytextê û xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Hewlêr aram e û her aram dimîne.