Kazimî piştevaniya xwe ji bo aramiya Herêma Kurdistanê dubare dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kudistanê Mesrûr Barzanî, pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wergirt.

Serokwezîrê Iraqê di pêwendiya telefonî de, ji bilî şermezarkirina êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêra Paytext, piştevaniya xwe ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dubare kir.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.