Mesrûr Barzanî: Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne

Mesrûr Barzanî: Daxwaz ji xelkê me yê qehreman û xweragir ê Hewlêrê dikim aram bin û rêkarên saziyên ewlehiyê cibicî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa mûşekî ya îro berbangê de belav kir û ragihand: “Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsî: “Hewlêr xwe ji tirsonekan re naçemîne. Ev êrîşa teroristî ya li ser çend cihên Hewlêrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Daxwaz ji xelkê me yê qehreman û xweragir ê Hewlêrê dikim aram bin û rêkarên saziyên ewlehiyê cibicî bikin. Spariya xweragiriya we dikim.”

Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.

Di wê derbarê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, “Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, 12 mûşekên dûravêj ê ballistic ji sînorên derveyî Iraqê ji aliyê rojhilat ve, arasteyî avahiya Balyozxaneya Amerîkî li Hewlêrê û navçeyên sivîlan hatin kirin û li nêzîkî baregeha kenala Kurdistan24ê û derdora wê ketin xwarê.”

Wezareta Navxwe diyar kir jî, “Di encama êrîşê de ziyanên madî gihîştin avahi û xaniyên wê navçeyê û xweşbextane ti ziyanên canî nebûn û tenê welatiyek bi sivîkî birîndar bû û hêviya selamtî û çakbûna zû jê re dixwazin.”