Mesûd Tek: Em pistrast in K24 bi hêztir ji berê li ser kar û barên xwe berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek di peyamekê de, piştevaniya xwe ji bo saziya Kurdistan24ê nîşan da û ragihand ku ew piştrast in ku K24 bi hêztir ji berê li ser kar û barên xwe berdewam dibe.

Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek derbarê êrîşa berbanga îro ya li ser parêzgeha Hewlêrê de ku di encamê de ziyanên madî gihîştin kenala Kurdistan24ê, peyameke piştgîriyê arasteyî Rêveberiya Kurdistan24ê kir.

Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek, ew êrîş bi tundî şermezar kir û got: “Em piştgîriya xwe pêşkeşê we dikin û pistrast in, ku K24 bi hêztir ji berê li ser kar û barên xwe berdewam dibe.”

Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.