Serok Barzanî: Hewlêr dê li hember Hulagûyên nû jî xweragir be û naçeme

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîşa mûşekî ya berbanga îro şermezar kir.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîşa mûşekî ya berbanga îro ya li ser Hewlêrê şermezar kir û diyar kir ku ev tawan li dijî mirovahiyê ye.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Em gelek bi tundî êrîşa tirsonek a şeva borî ya ser Hewlêrê şermezar dikin, ev tawan li dijî mirovahiyê ye. Bi derew û çewaşekariya nehezan jî heqîqet û niyeta êrîşkaran nayê nixumandin.

Em tekezî li ser wê yekê dikin ku çawa Hewlêr li hember Hulagûyên kevn xweragir bû, dê li hember Hulagûyên nû jî xweragir be û naçeme.

Ez ji gelê Kurdistanê jî daxwaz dikim ku li hember van gef û êrîşan xweragir bin.

Mesûd Barzanî

13ê Adara 2022yan