Fazil Mîranî: Ew aliyên di ber êrîşê de berpirsyar in, dizanin pêwendî û berjewendiyên di navbera me de çawa ne

Fazil Mîranî: Baştir e em berevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku Iraq nikare berevaniyê li xwe bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî êrîşa li ser parêzgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, “Rast e qurbanî ji encama vê nebûn, lê ziyanên madî yên mezin ber Herêma Kurdistanê ketin. Divê helwest Hikûmeta Iraqê û welatên din jî hebin.”

Herwiha got jî: “Hêvîdar in ev êrîş dubare nebin, ji ber ku ew aliyên ku di ber vî karî de berpirsyar in, dizanin pêwendî û berjewendiyên di navbera me de çawa ne.”

Fazil Mîranî tekez kir, “Baştir e em berevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku Iraq nikare berevaniyê li xwe bike, em jî ketine nava vê Iraqê, ji ber wê ew ê bi serê Iraqê were, dê bi ser me de jî were.”

Ji aliyekî din ve û derbarê rêkeftina ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser postê Serokomarê Iraqê de, Fazil Mîran got: “Baştir e em û YNKê li ser Kurdistanê rêk bikevin, ne li ser postê Serokomar, ji ber ku parastina vê ezmûnê ji her tiştekî din buhatir e, ji ber ku me gelek şehîd û qurbaniyan dane.”