Îranê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Hewlêrê ragihand
Hewlêr (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand; navendeke stratejîk a Îsraîlê bi mûşekên balîstîk kiriye armanc.
Li gor daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê, piştî tawanên van demên dawî yên rejîma "siyonîst", weke berê ragihandibû, bersiva şerxwaziyên vê rejîmê didin, şeva borî navenda stratejî û şerxwaziyên "siyonîstan" kete ber armanca mûşekên bihêz ên Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî.
Hatiye gotin ku careke din hişyarî didin rejîma "siyonîst" ku her cûre şerxwaziyek ber bi rûyê bersiva tund û wêranker a wan dibe.
Îro 13/3/2022an demjimêr 01:00ê piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.