Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge bi vîneke polayî rûbirûyî metirsî û gefan dibin

Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê de, daxuyaniyek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê de, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ”Êrîşên bi vî awayî, vîna gelê Kurdistanê lawaz nake û bi vîneke polayî ya Pêşmergeyane rûbirûyî metrisî û gefan dibin.”

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge:

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa destdirêjyane ya li ser bajarê Hewlêra Paytext şermezar dike. Tekez dikin ku ev destdirêjiyeke aşkere li ser ewlehî, aramî û pêkvejiyana pêkhateyên navçeyê ye. Êrîşên bi vî awayî, vîna gelê Kurdistanê lawaz nake û bi vîneke polayî ya Pêşmergeyane rûbirûyî metrisî û gefan dibin.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê xwazyarê parastina aştî û aramiya navçeyê ye, xebatê jî ji bo berevaniya li xak û gelê Kurdistanê û navçeyê dike. Ji vê rewangehê ve jî, em daxwaz ji civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqa Federal dikin, karê cidî li ser vê êrîş û gefan bikin.

Em bi vê bûyer û êrîşê nîgeran in, her êrîşek li ser hevpeyman û dostên me bê kirin, êrîş û gefa li ser Pêşmerge û gelê Kurdistanê dizanin. Hêza Pêşmerge li Herêmê, hevşanê hêzên Hevpeymanan û artêşa Iraqê erkê wê yê pêşîne yê niha, rûbirûbûna DAIŞê û têkşikandina wê ye.

Selametî û parastina aramiya Herêmê, bi erkê xwe ya rasteqîne dizanin û di wî erkî de xemsar nabin.