Amerîka: Pêkhateyên rejîma Îranê divê rûbirûyî berpirsyariyê bibin

Piştî ku êrîşa mûşekî bi ser saziya medyayî ya Kurdistan24ê û çend cihên sivîl ên Hewlêrê de hat kirin, Balyozê Amerîka yê li Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Piştî ku êrîşa mûşekî bi ser saziya medyayî ya Kurdistan24ê û çend cihên sivîl ên Hewlêrê de hat kirin, Balyozê Amerîka yê li Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Balyozê Amerîka yê li Bexdayê Matthew Tueller ragihand: “Amerîka vê êrîşa tawankar a bi ser armanca sivîl a Hewlêrê de hate encamdan, şermezar dike.”

Matthew Tueller diyar kir: “Pêkhateyên ser bi rejîma Îranê berpirsyariya encamdana vê êrîşê girte ser xwe û divê rûbirûyî berpirsyariyê werin kirin li hember vê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û herwiha li hember êrîşa terorîstî bo ser mulk û malê kesên sivîl ên bêtawan.”

Demjimêr 01:00ê şeva borî, Supaya Pasdaran a Îranê êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk li ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl kir.

Vê êrîşê li asta navxwe û Iraq û navdewletî karvedanên mezin li pey xwe anî û rastî pêleke şermezarkirinê hat.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî, Komkara Erebî û Iraq ji bo rêlibergirtina berdewamiya êrîşên bi vî rengî, dengê xwe bilind bikin.

Herêma Kurdistanê eşkere dike ku ti baregeh û navendeke Îsraîlê li Hewlêrê tune ye û hinceta Supaya Pasdaran, weke bahaneyek ji bo êrîşa xwe ya terorîstî bi kar tîne.